Bo serê salê 75 hezar geştyar hatîne Hewlêrê
Li gor amara rêveberîya geştûguzara Hewlêrê, 75 hezar geştyar hatîne Hewlêrê bo pêşwazîkirinê li serê saê nû û ahengên taybet bi serê salê.
K24- Hewlêr
Li gor amara rêveberîya geştûguzara Hewlêrê, 75 hezar geştyar hatîne Hewlêrê bo pêşwazîkirinê li serê saê nû û ahengên taybet bi serê salê.
Îsmayîl Mînexan, rêveberê kargêrî di rêveberîya geştûguzara Hewlêrê bi Kurdistan24 re ragehand: Ji 25/12/2019 heya serê salê 75 hezar geştyar bi rêya firokexane û derazînkan hatîne Hewlêrê
Berê jî xwedî kompanîyayên geştyarî bo Kurdistan 24 ragehandibû, ku di van çend rojên dawîyê de, rojane hejmareke mezin ji geştyaran bi rêyên derazînkan bo bone yên serê salê dihên Hewlêrê.
Amaje bi wê yekê jî kir, akincî û tenahîya Herêma Kurdistanê beranber bi rewşa aloza Îraqê heha kirîye, geştîyar ji bajarên naverast û başûrê Îraqê ber bi Kurdistanê ve bihên.