Nêçîrvan Barzanî: Bi armanckirina balyozxane û şandeyên dîplomat li Îraqê pêşhateka metirsîdare

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê ragehandinek derbarê rewşa Îraqê belav kir û radigehîne, xwenîşandanên sivîlane mafeke destûrîye, lê bikarhînana tudûtîjîyê û bi armanckirina balyozxane û şandeyîn dîplomat pêşhateke metirsîdare.

K24- Hewlêr

Ev jî deqa wê ragehandinê ye:

Qewişîn û û xwenîşandanên sivîlane mafekê destûrî ye, lê bekarhînana tudûtîjîyê û hêrişkirin reftaran naberpirsane yên bi armanckirina balyozxane û şande yên dîplomat pêşhateka metrsîdare, bi nîgeranîyeka kûr li bûyerên vê dawîyê û hêrişkirine ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda dinerîn ku kareke bi temamî nahêt qebulkirin û redkirin û berjewendîyên Îraqê dixe di metirsîyê de.

Emerîkayî Hevpeyman û dostên Îraqê û Herêma Kurdistanê ne û hevpişkeke sereke bûn di rizgarkirina Îraqê û serkevtin bi ser teroristên Qayîde û Daişê de. Bo berengarbûna metirsîyên terorê û paraztina berjewendîyan, hêj Îraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştîvanî û hevkarîya Emerîka û Hevpeymanên Nêvdewletî heye.

Şande yên welatan û dîplomatkaran mihvênên Îraqê ne û divê parzatî û rêzlêgirtî bin. Daxwaz ji alîyên berpirs dikîn erkên xwe ji paraztina wan cîbicî bikin û rê nedin hêrişî balyozxane, sazî û şande yên deplomat  bihêt kirin.