Demirtaş: Di nav çar dîwaran de jî bim tekoşina min berdewam dibe
Hevserokê HDP yê berê Selahaddin Demirtaş bo sersalê peyamek weşand û got: Ew di nav çar dîwaran jî de be, tekoşina xwe dê berdewam bike.
K24- Hewlêr
Hevserokê HDP yê berê Selahaddin Demirtaş bo sersalê peyamek weşand û got: Ew di nav çar dîwaran jî de be, tekoşina xwe dê berdewam bike.
Bi rêya Parlamenterê CHPyê, Sezgîn Tanrikulu, Selahaddin Demirtaş peyamek şand. Di Peyama xwe de balkişand ser rewşa siyasî ya Tirkiyê û got: Ew di nav coşek mezin de, derbazî sala nû dibin, Ji bo sala 2020ê ew bi cesaretek mezintir tekoşina xwe dê bilind bikin. Ji bo demokrasiyê û azadiyê, xebata xwe bidomîn in. Rojên xweş li pêşiya wan in. Sersala hemû welatiyan pîroz dike.
Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu got: Rewşa tenduristiya Demirtaş ne baş e. Nexweşî ya, di zîndanê de nahêt çareserkirin. Mafê wî ye, ku niha li derve be.
Tanrikulu got: Ew gelek bêzar in, ku di roja sersalê de, ew seredana wan siyasetmedaran dikin, ku tometa liser wan renê ew e, ku Serokê AKPê rexne kirin e.