Karwaneka dî ya alîkarîyên serbazî hate şandin bo Rojava ya Kurdistanê
Hevpeymanî ya Nêvdewletî Dijî Daişê 130 barhelgirên alîkarîya serbazî û locistî gehande deverên jêr desthelata Hêzên Sûriya Demokrat (HSD).
K24- Hewlêr
Hevpeymanî ya Nêvdewletî Dijî Daişê 130 barhelgirên alîkarîya serbazî û locistî gehande deverên jêr desthelata Hêzên Sûriya Demokrat (HSD).
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belav kirîye, karwaneka alîkarîya serbazî û locistî ya Hevpeymanîya Dijî Daişê gehişte Dêrezorê.
Got jî: Ew akîkarî pêkhatîye ji otombêlên Hemer, tanker sûtemenîyê û otombêlên serbazî û pişkek ji wan hatîye şandin bo Qamişlo û pişkek jî hatîye şandin bo deverên Heseke û Dêrezorê.