Ali Babacan: Sitratejîya me a sereke, aştîya navxweyî û derve ye
Wezirê Aborî yê berê Ali Babacan, ku di nav amadekariyên avakirina partiyek nû de ye got: Sitratejîya wan a sereke, aştîya navxweyî û derve ye.
K24- Hewlêr
Wezirê Aborî yê berê Ali Babacan, ku di nav amadekariyên avakirina partiyek nû de ye got: Sitratejîya wan a sereke, aştîya navxweyî û derve ye.
Alî Babacan di peyama xwe ya sersalê de dîyar kir: Tirkiye hem navxweyî, hem jî li derve, bi rêbazên ewlekarî û leşkerî ve, dixwaze arêşeyan çareser bike. Ew, vê rêbaza leşkerî şaş dibîn in û pêwiste bi rêyên aştîyane bên hilbijartin.
Wezirê Berê yê AKPartiyê da zanîn: Li Tirkiyê pirsgireka wekhevî û azadiyan heye, ku pêwist e bi çavê "Mirov" mêzeyî hemû welatîyan bikin.
Herwiha ew di sala 2020ê de dixwazin, siyasetek ku hemû welatiyan hembêz bike, ragihandinek azad hebe, her kes bi şêwazek azad ramanên xwe bibêje û tirs nebe, pêşwazî bikin.
Babacan diyar kir: Li Tirkiyê pirsgîrêka dadweri, demokrasi, û bê aramiyê heye, û ew dê bi hêviyek mezin, dest bi xebata xwe bikin.