Li Serêkaniyê.. xortek xwedî pêdawîstiyên taybet hate revandin

Xortek xwedî pêdawîstiyên taybet ji alî komên çekdar ve li Serêkaniyê hate revandin.

K24- Hewlêr

Xortek xwedî pêdawîstiyên taybet ji alî komên çekdar ve li Serêkaniyê hate revandin.

Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, di binpêkirinên xwe, derheqê welatiyên Kurd de berdewam in, û yekîneya Hemzat, dest ji kiryarên xwe yên revandina welatiyên Kurd berneda ye.

xortek Kurd ê xwedî pêdawîstiyên taybet ji aliyê çekdarên Hemzat ve hatiye revandin û çarenivîsa wî, hêj ne diyar e.

Ew Xort navê wî, Mehmûd Hesen Omerî ye, ji dayîkbûyê sala 1992 ye. Ji peyadabûne karta xwedî pêdawîstîyên taybet pê re heye. Şeple ya demaxê heye û ji zaroyînya xwe ve dermanan dixwe. Di dema vegeranê de bo mal, li pêşîya mala xwe ji alîyê Ketîbeyeke Hemzat hat girtin li 24/11/2019. Cîranan jî ev bûyer dîtine. Herweha xanîya malbata wî jî, ji alîylê wan girûpên çekdar hatîye dagîrkirin.