Radyo ya Firansa: Tirkiyê çar firoke ji çekdarên Sûriyê veguhaztin bio Lîbyayê
Radyoa RFI ya Firansayî belav kirîye, Tirkiyê bi çar firokeyan bi dehan çekdarên dijberîya Sûriyê bo Terablusa paytexta Lîbyayê veguhaztîne.
K24- Hewlêr
Radyoa RFI ya Firansayî belav kirîye, Tirkiyê bi çar firokeyan bi dehan çekdarên dijberîya Sûriyê bo Terablusa paytexta Lîbyayê veguhaztîne.
Li gor zayarîyên wê radyoyê, ew çekdarên Sûriyê li firokexane ya Miêtîqe hatîne xwarê.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku kompanîya ya xîça asmanî ya Lîbya û kompanîya ya Ecnîhe ku xwedîyê wê Ebdulhekî Bilhac e û li Tirkiyê akincîye, erkê veguhaztina wan çekdaran xistîye di stûyê xwe de û ew geşt nehatîne tomarkirin.
Aşkera jî kirîye, li rojên (Heyînî û Şembî) ya burî çar firoke li firokexane ya Miêtîqe nîştîne û bi dehan çekdarê Sûriyê gehandîne Lîbya.
Her do wê çarçoveyê de, Ramî Ebdulrehman rêveberê Riwangeha Sûriya bo Mafên Mirov ragehand: Heya niha 500 çekdarên Sûriyê hatîne veguhaztin bo Lîbya.
Ji alîyê xwe ve jî hikumeta Terablusê red dike ti çekdarên Sûriyê gehabin Lîbya bo hevkarîkirina wan.
Di dema çend rojên burî de, çalakvanên torên civakî belav kirîne, artêşa Tirkiyê li Efrîn û Cerablusê çend navendek vekirîne bo nav nivîsna wan çekdarên dixwazin bo şer biçin Lîbya û mehane 2000 heya 3000 dolaran wek mûçe didin wan kesan.