Berpirsekê Îraqî: Balyozên welatan hewil didin çalakîyên xwe ji Bexdayê veguhêzin Hewlêrê

Berpirsekê Îraqê aşkera kir, piştî alîgirên Heşda Şeibî hêriş kirin ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda li devera Kesik, balyozxaneyên welatên din hizir li wê yekê dikin çalakîyên xwe ji Bexda veguhêzin Hewlêrê.

K24- Hewlêr

Berpirsekê Îraqê aşkera kir, piştî alîgirên Heşda Şeibî hêriş kirin ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda li devera Kesik, balyozxaneyên welatên din hizir li wê yekê dikin çalakîyên xwe ji Bexda veguhêzin Hewlêrê.

Li gor kenala Somerîye Nîyoz, ew berpisê Îraqî ku amaje bi navê wî nehatîye kirin, ragehandîye, Hejmarek balyozxane yên welatan bi nîyazin evê pêngavê bihavêjin. Ev jî çunku ew di wê bawerîyê de ne, piştî hêrişa ser balyozxane ya Emerîkayê li devera kesik li bajarê Bexdayê, êdî paraztî nîne û dibe di her demekê de hêriş bikin ser wan.

Got jî: Niha metirsî ya wê yekê heye, Emerîka pêngavên nû bihavêje, ku renge girjîyên zêdetir bi dûv xwe re bihîne. Zelal jî kirîye, hinek zanyarî amaje bi wê yekê dikin, Waşintunê çend bijarteyek li ber destane daku bersiva wê hêrişa ser balyozxane ya xwe li Bexdayê  bide.

Ji alîyeka dî ve, çavkanîyeke serbazî ya Îraqî aşkera kirîye, piştî bûyera balyozxane ya Emerîkayê li Bexda, hejmareka bingehên serbazî yên Emerîkayê xistîne di amadebaşîyê de,  ji wan jî bingeha Tacî li bakûrê Bexda, firokexane ya Hebanîye, Eyîn Esed, Koçkên Komarê li Mûsil, bingeha Bercisîye li Besre, bingeha Beled li parêzgeha Selahedîn û bingeha Rostemîye li başûrê Bexdayê.

Ewî çavkanî dûpat kirîye, hêzên Emerîka di wan bingehên serbazî de çek û alavên hêrişkirinê nîne tenê çekên xwe paraztinê û berevanîkirinê li xwe li ba wan heye, lê erkê paraztina wan di stûya artêşa Îraqê de ye, nemaze derdorê wan bingehan. Amaje bi wê yekê jî kirîye, tenê rê didin karwanên artşa Îraqê ku biçin hidûr wan bingehan.