TEV-DEM: Tirkiyê Efrîn kiriye cihê perwerdekirina teroristan

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê û herêmên dagirkirî sûcên şer in û qirkirina etnîkî ye. TEV-DEM`ê bang li cîhanê kir ku beramberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

K24 – Navenda Nûçeyan

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirkiyê ên li Efrînê û herêmên dagirkirî sûcên şer in û qirkirina etnîkî ye. TEV-DEM`ê bang li cîhanê kir ku beramberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek ji raya giştî re derbarê kiryarên artêşa Tirkiyê ên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî û bêdengiya navneteweyî beramberî van kiryaran de parve kir. TEV-DEM’ê bang li her kesî kir ku li pêşiya van sûcên ku dewleta Tirkiyê û terorîzma wê ya li Ewropa û Lîbyayê belav dike, bisekine.

Di daxuyaniya TEV-DEMê de, kiryarên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li Efrînê û herêmên din pêk tîne, hemû sînor derbas kirin, hemû kiryarên di qanûna navneteweyî de dikevin çarçoveya sûcên şer.

TEV-DEM dibêje, guhertina demografiyê li Efrînê û herêmên din di sînorekî de nemane, ew gihiştiye asta qirkirina etnîkî ku herêma Şehbayê dorpêç kir ku koçberên Efrînê di nava zehmetiyê de lê dijîn û tu rêxistinên navneteweyî alîkariyê nakin.

Herwiha dibêje: Tirkiye hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike, ev yek jî dagirkirina dewletekê li ser serdestiya dewleteke din e, her wiha bi guhertina demografiyê re jî ew sûcê şer li dijî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat jî, Tirkiye plan dike ku bi navê îslamê, Efrînê bike dewleteke biçûk a terorê û cihê perwerdekirin û veguhastina terorê ji cîhanê re. Di heman demê de Efrînê bike kaxezeke danûstandinan bi gelek dewletan re, mîna Lîbyayê.

TEV-DEMê bang li civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî kir, bi berpirsatiya xwe ya yasayî û exlaqî rabin, ku bêdengiya wan dibe hevkarê sûcên şer.

 

S. B