19emîn gera çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî li Kobanê birêve çû
Hêzên Rûsî û Tirkî gera hevbeş a çavdêriyê ya nozdehemîn li Rojavayê Kurdistanê birêve dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Rûsî û Tirkî gera hevbeş a çavdêriyê ya nozdehemîn li Rojavayê Kurdistanê birêve dibin.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, îro hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriya ya nû li bajarê Kobanê birêve birin.
Da zanîn, 4 zirîpoşên Tirkî û 4 zirîpoşên Rûsî gera Hevbeş ji gundê Aşmê destpê kirin û di 9 gundan re derbas bûn.
Ev gera 19emîn a hêzên Rûsî û Tirkî li Rojavayê Kurdistanê ye û ya 6emîn e li bajarê Kobanê ye.
Piştî rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha bûrî li bajarê Soçî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê dikin.
S. B