Algirên Heşda Şeibî li beranber balyozxane ya Emerîkayê mangirtin
Alîgirên Heşda Şeibî li cadeya Ebû Newas li beranber balyozxane ya Emerîkayê dest bi magiritinê kirin û radgehînin heya ferman bi wan re nehêt kirin li wî cihî navkişin.
K24- Bexda
Alîgirên Heşda Şeibî li cadeya Ebû Newas li beranber balyozxane ya Emerîkayê dest bi magiritinê kirin û radgehînin heya ferman bi wan re nehêt kirin li wî cihî navkişin.
Piştî xwe vekişandin li pêş balyozxane ya Emerîkayê li Bexda, alîgirên Heşda Şeibî li cade ya Ebû Newas li beranber balyozxane ya Emerîkayê mangirtin destpêkirin û ragehandin, heya balyozxane ya Emerîkayê bi yekcarê nehêt daxistin û hêzên Emerîka li ji Îraqê nehên derkirin ew dê berdewam bin.
Yek ji alîgirên Heşda Şeibî bo Kurdistan 24ê axivt û got: Hêzên Emerîkayê xelkê vî welatî kuştin û ti rêzê li Îraqê nagire, wan Îraq dagîr kirîye û xêr bêrendên wê ji xwe re dibin û tevî evê yekê jî zaroyên me dikujin.
Alîgirekê dî yî Heşdê dibêje: Me mangirtin li beranber balyozxaneyê ragehandîye û divê balyozxane bihêt daxistin. Heya ferman bi me re nehêt kirin, em vir çol nakîn.