Erdogan û Trump rewşa Lîbya û Sûriyê gotûbêj dikin

Serokomarê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi telefonê rewşa Lîbya û Sûriyê gotûbêj kirin.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi telefonê rewşa Lîbya û Sûriyê gotûbêj kirin.

Ligor agahiyan, di pêwendiya telefonî de, her du serokan behsa pêwendiyên di navbeyna her du welatan de kirin e û rewşa dawî ya navçeyê jî, gotubêj kirin e.

Hat ragihandin, pêşhateyên dawî yên li Lîbya û Sûriyê jî hatine gotubêjkirin û Serokomarê Tirkiye, dilgiraniya xwe jiber êrişa liser Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê aniye ziman.

Serokomariya Tirkiyê ragihand, Erdogan û Trump di çareseriya pirsgirêkan de behsa girîngiya dîplomasiyê kirine.