Rêkxistîyên Nêvdewletî Bexdayê dê bihêlin û ber bi Herêma Kurdistanê dê bihên
Çavkanîyekî haydar ragehand, ew hoşdarîya wezareta derve ya Emerîkayê daye hevwelatîyên xwe ku bi ti awayekê sedana Îraqê nekin, Herêma Kurdistan navegire. Tekez jî dike, piştî bûyerên balyozxane ya Emerîkayê li Bexda, hejmareke rêkxistîyên nêvdewletî paytexta Îraqê dê bihêlin û ber bi Herêma Kurdistanê dê bihên.
K24- Hewlêr

Ewî çavkanî ku nevîya ye navê wî aşkera bibe, bi malpera Bexdadilyewm ragehandîye, li roja Dûşembîya dahatî, piştî temambûna valane ya serê salê, konsulxane ya Emerîkayê li Hewlêrê dest bi pêşwazîkirinê ji hevwelatîyên welatê xwe dike.
Amaje bi wê yekê jî da, li gor wê biryara wezareta derve ya Emerîkayê ku têde hoşdarî daye hevwelatîyên xwe daku serdana Îraqê nekin, ti arîşeyek li ser serdankirina Hewlêrê û bajarên din yên Herêma Kurdistanê nîye.
Got jî: Piştî hêrişa ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda, hejmareka rêkxistîyên emerîkî yên nêvdewletî, çalakîyên xwe dê veguhêzin bo bajarên Herêma Kurdistanê.
Ev piştî wê yekê hatîye, wezareta derve ya Emerîkayê berê hoşdarî daye hevwelatîyên welatê xwe ku serdana Îraqê nekin û tekez kirîye, heke we biryar da biçin Îraqê wesîyetnameya xwe binivîsin û mîratgirên xwe destnîşan bikin.