Heke ewên hêriş kirîne ser balyozxane ya Emerîkayê nehên sizadan ev reftar dibe dîyarokeka metirsîdar
Li gor dîtina çavdêran heke kesên hêriş kirîne ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexdayê nehên sizadan, ev dibe amajeyên metirsîdar bi dûv xwe re dihîne. Serokê Komîtey a Peywendîyên Derve di Perlemana Kurdistanê de dibêje: Herêma Kurdistanê serkevtî bûye di ragirtina hesengîya peywendîyên xwe de li gel welatan û desbernedana dostên xwe.
K24- Hewlêr

Di demkê de serokatî ya Herêma Kurdistanê hêrişa ser balyozxaneya Emerîkayê li Bexdayê bi kareke qebûl nekîrî dide zanîn û bi armanckirina şandeyên dîpolmasî di bînîngeha serokatîyê de pêşhateka metirsîdare, bi nerîna Zîrek Kemal, çavdêrî sîyasî, heke ew kesên hêriş kirîne ser balyozxaneya Emerîkayê nehên sizadan di dahatî de li Îraqê dibe dîyarokeka metirsîdar.
Bi vajî ya Îraqê jî, Herêma Kurdistanê û sazîyên destûrîyên wê, nimûneyeka ciwan a paraztin û rêzgirtinê ye ji nwênerên welatan û şandeyên dîplomasî. Ev axivtinên Rêbwar Babkeyî ye, serokê komîteya Peywendîyan û Revenda Kurdistanî di perlemana Kurdistanê de, bi nerîna wî Îraq pabend nebûye bi rêkkevtinameyên nêvdewletî.
Serokê Herêma Kurdistanê Emerîka bi hevpeyman û dostê Kurd û Îraqê dizane. Bi nerîna wî jî, ew hevpişkên serekî bûn li rizgarkirina Îraqê û serkevtinê bi ser rêkxistîyên teroristî re, bi taybet Daiş û Elqayîde, lew hêj Kurdistan û Îraqê pêwîstî bi piştîvanîaya Emerîkayê Heye û şande û dîplomatkar mihvanên vî welatî ne û divêt bihên paraztin.