Adil Ebdulmehdî peyameka tund ragehand

Serok wezîrê kar birêker ê Îraqê, Adil Ebdulmehdî peyamek belav kir bi boneya kuştina her yek ji Qsim Suleymanî û Ebu Mehdî muhendis.

K24- Hewler

Serok wezîrê kar birêker ê Îraqê, Adil Ebdulmehdî peyamek belav kir bi boneya kuştina her yek ji Qsim Suleymanî û Ebu Mehdî muhendis.

Di destpêkê de hatîye, kuştina Hacî Qasim Suleymanî û Hacî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din yên Îraqî û Îranî gelek bi tundî şeramezar dikîm.

Herweha hatîye, ev şehîdên hanê simbulên mezin bûn di serkevtinê de bi ser Daişê.

Herweha nivîsîye, kuştina kesekê Îraqî ku posteka fermî heye, bi dijminkarî bo ser Îraqê û hikumet û gelê wê dihê hejamrkirin.

 Di pişkeka dî ya peyamê de, serok wezîrê Îraqê nivîsîye: encamdan karên ji navbirina kesatîyên Îraqî û welatên dostên Îraqê di nav axa Îraqê de binpêkirina serwerîya Îraqê ye û destdirêjî ye bo ser keramet a welat û pêşhateka metirsîdare. Herweha binpêkirineka aşkera ya mercên vemana supayê Emerîkayê ye li Îraqê, ku divê rola wan tenê rahînan û meşiqpêkirin be bi hêzên Îraqê û berengabûna Daişê di çarovaya Hevpeymanîya nêvdewletî dijî Daişê bi serperştî û rezamendî ya hikumeta Îraqê be.