Wezareta derve ya Emerîkayê daxwaz ji hevwelatîyên xwe dike bileztirîn dem ji Îraqê derkevin
Piştî kuştina Qasim Sûleyanî, fermandarê Feyeleqa Qudis a Pasdarên Îranê û Ebû Mehdî Muhendis, cêgirês serokê Heşda Şeibî, balyozxane ya Emerîkayê li Bexda daxwaz ji hevwelatîyên Emerîka dike bileztirîn dem ji Îraqê derkevin.
K24- Hewlêr

Ev di demekê de ye, berî çend rojan balyozxane ya Emerîkayê li Bexda kevtibû ber hêrişa çekdar û alîgirên Heşda Şeibî piştî ku Emerîka hejamreka baregehên Hizbûllaha Îraqê di nav axa Îraq û Sûriyê de burdûman kirîn û bi sedema wan budûmanan jî, 25 çekdarên Heşda Şeibî hatibûn kuştin û 51 kes jî birîndar bibûn.