Serok Komar: Destdirêjîya Emerîkayê asayşa deverê xistîye di metirsîyê de
Serok komarê Îraqa Fedral, Berhem Salih derbarê kuştina Qasim Sûleymanî fermandarê Feyleqa Quds a Sûpayê Pasdaran û Ebu Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî beyannameyek belav kir.
K24- Hewlêr
Serok komarê Îraqa Fedral, Berhem Salih derbarê kuştina Qasim Sûleymanî fermandarê Feyleqa Quds a Sûpayê Pasdaran û Ebu Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî beyannameyek belav kir.
Di beynanameyê de hatîye, bi nîgeranîyeka mezin ve me nûçeya şehîdbûna herdû serkirdeyanbihîst ku roleka mezin hebûn li şerê dijî rêkxistîya Daişê ya teroristî.
Herweha hatîye, Em ewê destdirêjîya dijminkarane şermezar dikîn ku serkirdeyên Ewlekarîyê yên ser bi sazîyên serbazîyên Îraqê kirîne armanc û bêguman derencamên ewlekarîyê li Îraq û deverê lê dirist dibin, nemze jî heke bi Eqil û locîkê reftar li gel nehêt kirin û hewil nehêt dan bo kontirolkirina derencaên ev karê dijminkarane ku asayîş û akincî ya Îraqê û deverê bi aşkera xistîye di metirsîyê de.
Di pişkeka dî ya beyannameyê de, serok komarê Îraqê, Behem Salih daxwaz ji hemû alîyan dike bi danayî û aramî ve reftarê bikin û Îraqê bo nav şereka dî nerakêşin.