Bi sedan serbazên Emerîka gehiştin balyozxane ya Emerîkayê li Bexda
Berpirsekê serbazî yê Emerîkayê ragehand, Piştî kuştina Qasim Suleymanî, bi sedan serbazên Emerîkayê gehiştin balyozxane ya welatê xwe li Bexda.
K24- Hewlêr
Berpirsekê serbazî yê Emerîkayê ragehand, Piştî kuştina Qasim Suleymanî, bi sedan serbazên Emerîkayê gehiştin balyozxane ya welatê xwe li Bexda.
Ewî berpirsî ku nevîya navê wî bihêt belavkirin, aşkera kir, nêzîkî 750 serbaz gehiştîne balyozxane ya Emerîkayê li Bexda.
Her di vê çarîoveyê de, evro çavkanîyekê ewlekarîya Îraqê ragehad, hejmareka Hêlîkopterên serbazî yên Emerîkayê bi ser asmanê balyozxane ya Emerîkayê re li Bexda digerin.
Li gor zanîyarîyên mêdyayî, ji berê sipêdê ve hejmareka hêlîkopeter û firokeyên çavdêrîyê yên atêşa Emerîklayê li ser asmanê bajarê Bexdayê û balyozxane ya Emerîkayê digerin.
Hevdem hêzên Emerîkayê rêkarên tund li derdorê balyozxaneyê girtîne ber bo rêgirtinê ji her bûyer û pêhateka ewlekarîyê.