Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo pêwendiya telefonî encam dan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendiyeke telefonê encam dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê û wezîrê Derve yê Amerîka tekezî liser aramkirina rewşa navçeyê kirin.

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendiyeke telefonê encam dan.

 Di wê pêwendiya telefonî de, gotûbêj derbarê  pêşhateyên dawî li Îraqê û navçeyê hate kirin û tekezî liser aramkirina rewşa navçeyê û nehiştina alozî û xweragirtinê û berdewambûn bi diyalogê hate kirin.

 

 

 

C.B