Hevpeymaniya Navdewletî: Me ti êrîşên esmanî li Iraqê encam nedane

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê belav kir, di çend rojên bûrî de, wan ti êrîşeke esmanî li Iraqê encam nedaye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê belav kir, di çend rojên bûrî de, wan ti êrîşeke esmanî li Iraqê encam nedaye.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins bi twittekê ragihand, wan di çend rojên bûrî de ti êrîşên esmanî li bakurê Bexdayê encam nedane.

Şeva bûrî karwaneke Heşda Şeibî li qezaya Tacî li bakurê Bexdayê rastî êrîşeke esmanî hatibû û di encamê de 6 kes hatibûn kuştin.

Telefizyona Iraqî jî ragihandibû, ew êrîşa esmanî ji aliyê Amerîka ve hatibû kirin.

Berbanga roja Înê 3ê Çile Qasim Suleymanî û hejmarek ji serkirdeyên Heşda Şeibî di êrîşeke esmanî ya Amerîka de hatibûn kuştin.

Pentagonê jî ragihandibû, ew êrîş rêgirtina li ber êrîşên Îranî bû, ku Qasim Suleymanî plan dikir êrîşî dîplomatkarên Amerîkî li Iraq û navçeyê bike.   

 

S. B