Tirkiye welatiyê xwe ji bo serdana Iraqê hişyar dike

Hikûmeta Tirkiyê ji bo serdana Iraqê hişyariyê dide welatiyên xwe, ku rewşa ewlehiya Iraqê xirap e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê ji bo serdana Iraqê hişyariyê dide welatiyên xwe, ku rewşa ewlehiya Iraqê xirap e.

Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis a ser bi Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî li Bexdayê, Wezareta Derve ya Tirkiyê radigihîne, li Iraqê rewşa ewlekariyê xirap e û eger heye aloztir bibe. Heger welatiyên Tirkiyê neçar nebin, bila serdana Iraqê nekin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand jî, welatiyên Tirkiyê yên li Iraqê jî bila xwe ji cihên qelebalix dûr bikevin û ji bo ewlekariya xwe hişyar bin. Herwiha bila daxuyanî û hişyariyên wezaretê bişopînin.

Berbanga roja Înê 3ê Çile Qasim Suleymanî û hejmarek ji serkirdeyên Heşda Şeibî di êrîşeke esmanî ya Amerîka de hatibûn kuştin.

Herwiha şeva bûrî karwaneke Heşda Şeibî li qezaya Tacî li bakurê Bexdayê rastî êrîşeke esmanî hatibû û di encamê de 6 kes hatibûn kuştin.

 

S. B