Artêşa Iraqê nûçeya êrîşa şeva bûrî li ser Heşda Şeibî red dike

Artêşa Iraqê red dike, şeva bûrî li qezaya Tacî li bakurê Bexdayê êrîş li ser karwaneke Heşda Şeibî hatibe kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Iraqê red dike, şeva bûrî li qezaya Tacî li bakurê Bexdayê êrîş li ser karwaneke Heşda Şeibî hatibe kirin.

Artêşa Iraqê ligel redkirina nûçeya armanckirina karwana Heşda Şeibî, daxwaz dike dengoyên ne durist neyin belavkirin, bi taybet di demên hestiyar de.

Şeva bûrî çend medyayên navxwe yên Iraqê belav kiribûn, firokeyeke bêfirokvan êrîşî ser karwaneke Heşda Şeibî li qezaya Tacî kiribû û di encamê de 6 kes hatibûn kuştin.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins jî bi twittekê ragihandibû, wan di çend rojên bûrî de ti êrîşên esmanî li bakurê Bexdayê encam nedane.

 

S. B