Brîtanya welatiyên xwe ji serdana Iraq û Îranê agahdar dike

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatiyên welatê xwe dike, ji bilî Herêma Kurdistanê, serdana Iraq û Îranê nekin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Brîtanyayê hişyariyê dide welatiyên xwe, ji bilî Herêma Kurdistanê, serdana Iraq û Îranê nekin.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatiyên welatê xwe dike, ji bilî Herêma Kurdistanê, serdana Iraq û Îranê nekin.

Di daxuyaniyê de hatiye, daxwaz ji Brîtaniyan dikin, ji bilî Herêma Kurdistanê serdana Iraqê nekin.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ji bo Îranê jî diyar dik, heger ne ji bo rewşeke gelekî pêwîst be jî, serdana Îranê nekin.

Brîtanya tekez dike, ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin.

Ji ber kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Mohendis, rewşa Iraq û navçeyê aloztir bûye û ta niha jî welatên Amerîka, Holanda, Tirkiye, Kanda, Australia û Brîtanyayê hişyarî dane welatiyên xwe.

 

S. B