Hediye Yûsif mercên HSDê bo beşdariya di şerê Idlibê de aşkere dike
Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif diyar dike, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijminahiya rejîma Beis nake.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif diyar kir ku ew hewl didin bi Şamê re bêyî ku Sûriye were parçekirin, bigihêjin lihevkirinek stratejîk. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijminahiya rejîma Beis nake.
Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Şehbayê de endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijminahiya rejîma Beis nake, ji ber ku armanca rêveberiya li herêmê, ne parçekirina xaka Sûriyê ye, berûvajî wê, armanca rêveberiyê yekîtiya xaka Sûriyê ye, ev yek di rizgarkirina gelek deverên Sûriyê de diyar bû."
Hediya amaje bi girîngiya beşdarkirina Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrî de kir û got: "Divê em beşdarî komîteyê werin kirin, derbarê vê mijarê de nîqaşên erênî hene. Dîsa divê cihê Rêveberiya Xweser di qadên navdewletî de hebe, di nava civînên Cenêvê de jî.”
Li ser beşdariya HSDê di şerê li Idlibê de jî Hediye Yûsif got"Bangewazên beşdarkirina HSD‘ê ji bo şerê Idlibê hene. HSD‘ê ji bo beşdarbûna di şerê li Idlibê de şertên wê hene, ji wan mercan jî, HSD‘ê wekî saziyekê di nava artêşa Sûriyê de were naskirin û qebûlkirin, ji aliyekî din jî rizgarkirina Efrînê ye”.
S. B