NATO rahênankirina hêzên Iraqî rawestand
Peyvdarê NATOyê ragihand, ji ber rewşa niha ya Iraqê, ew rahênankirina hêzên Iraqî radiwestînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê NATOyê ragihand, ji ber rewşa niha ya Iraqê, ew rahênankirina hêzên Iraqî radiwestînin.
Sedema vê biryara NATOyê, ji bo kuştina Fermandarê Feyleqa Gudisê Qasim Suleymanî û dirustbûna aloziyan vedigerîne.
Pêştir jî, Hikûmeta Almanya ji aliyê xwe ve heman biryar dabû, Danîmarkê jî tevahiya karên xwe li Iraqê hilpesart.
Li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê, bi sedan serbazên ser bi NATOyê ve, salek e rahênanê bi hêzên Iraqî dikin, ji bo dubare DAIŞ venegere Iraqê.
S. B