YNK Sekreterê Encûmena Giştî hildibijêre
Piştî 15 rojan jî Encûmena Giştî yê YNKê kesê yekem ê YNKê hildibijêre.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e di çend rojên bê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yekem civîna Encûmena Serkirdatiya Giştî bê kirin. Encûmena Serkirdatiya Giştî jî di wê civînê de Sekreter, cîgirê wî û Biryarderê Encûmenê tên hilbijartin û piştî 15 rojan jî heman encûmen kesê yekem ê YNKê hildibijêre.
Di yekem civîna Encûmena Giştî ya Serkirdatiya YNKê piştî kongreya çarem de, Sekreter, Cîgir û Biryarderê Encûmenê tên hilbijartin. 121 kesên di kongreya çarem a YNKê de hatine hilbijartin di civînê de beşdar dibin û civîn bi serperiştiya tementirîn endam birêve diçe.
Piştî 15 rojan jî heman encûmen, Sekreterê Giştî yê YNKê hildibijêre.
Kongreya çarem a YNKê roja 21. 12, 2019an dest bi karên xwe kir, di roja yekem de Encûmena Bilind a Siyasî hat hilbijartin û roja din jî Peyrewa Navxwe bi piraniya dengan hat pesendkirin. Di kongreyê de jî 121 kes wek endamên Serkirdatiya Giştî ya YNKê hatin hilbijartin, ew encûmen jî wek parlemana wê partiyê ye, desthilata wê li ser tevahiya pirs û dezghên wê partiyê heye.
S. B