Serkonsolê Îranê li Hewlêrê: Tolê li Amerîka vedidin

Serkonsolê Îranê li Hewlêrê gefa tolvedanê li Amerîka dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkonsolê Îranê li Hewlêrê gefa tolvedanê li Amerîka dixwe.

Serkonsolê Îranê li Hewlêrê Nesrula Reşnudî îro li Hewlêrê şîna bo Qasim Suleymanî danî û ji K24ê re ragihand, daxwaza tolhildanê daxwaza hemû xelkê Îranê ye, daxwaza cîhanî Îslamî û bereya berevaniyê ye.

Got jî: “Wek dibînin di rêûresma xakspartina Qasim Suleymanî de çe yekdengî û şepêl dirust bûye, bêgûman tolvedan di cih û dema xwe de tê kirin û bêgûman xwîna van şehîdan bê bersiv namîne.”

Amaje bi wê da: “Bi hêviya xwedê hewl didin wê plangiriya Amerîka ji bo têkdana ewlehiya navçeyê destpê kiriye pûç bikin. Tiştê ku ron e, bêgûman tolê di cih û dema xwe de vedidin.”

 

S. B