Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê: Derkirina hêzên biyanî ne karê Parlemanê ye
Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê radigihîne, dengdan li ser proseya derkirina hêzên biyanî ne di bernameya karê îro ya Parlemanê de ye û ew kar jî ne yê Parlemanê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê radigihîne, dengdan li ser proseya derkirina hêzên biyanî ne di bernameya karê îro ya Parlemanê de ye û ew kar jî ne yê Parlemanê ye.
Piştî kuştina Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebomehdî Mohendis, biryar e îro piştî nîvro rûniştineke awerta ya taybet bi derkirina hêzên biyanî û hilweşandina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Bexda û Washingtonê de bê kirin.
Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Beşîr Hedad ji K24ê re ragihand, civîna îro ya Parlemanê, rûniştineke ne asayî ye û li ser daxwaza hejmarek ji parlemanteran tê rûniştin û taybet e bi kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Mohendis e.
Got jî: “Projeyasaya derkirina hêzên biyanî ne di bernameya civîna îro ya Parlemanê de ye. Lê reng e hejmarek ji parlemanteran îmze kom kiribin ji bo ji bo ew pêşniyaz bibe yasayek ji bo derkirina hêzên biyanî û bi taybet hêzên Amerîkî, lê ev pirs girêdayî ye bi hemû pêkhateyên Iraqê û pêwîst e rêkeftin li ser bê kirin.”
Beşîr Hedad got jî: “Rêkeftina navdewletî ya di navbera Amerîka û Iraqê de heye, heger Iraq bixwaze ji wê rêkeftinê derbikeve, divê li gor mîkanîzmê be û pêştir Amerîka agahdar bike, lê ev ne karê Parlemanê ye, ji ber ku pêştir Hikûmetê ew rêkeftin kiriye û divê niha jî Hikûmet biryarê li ser bide.”
S. B