Brîtanya hêzên taybet dişîne Iraqê
Brîtanya hêza taybet a esmanî SAS û ya deryayî dişîne Iraqê, ta ku brîtanyiyên li Iraqê ne ji her rewşeke ne libar biparêze.
K24 – Navenda Nûçeyan
Brîtanya hêza taybet a esmanî SAS û ya deryayî dişîne Iraqê, ta ku Brîtanyiyên li Iraqê ne ji her rewşeke ne libar biparêze.
Rojnameya “Mirror” a Brîtanî aşkere kir, niha hezar û 400 serbaz û karmendên Hikûmeta Brîtanyayê li Iraqê ne, şandina hêzên taybet jî ji bo wê ye, di dema biryara vekişîna Brîtanya ji Iraqê, ew hêz serperiştiya wê proseyê bike.
Ji bilî wê jî, şeva bûrî Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace ragihandibû, ji bo parastina welatiyên Brîtanyayê, 2 keşteyên cengê yên Brîtanî bo Kenadavê hatine şandin, ew keştî jî di ber parastina keştiyên bazirganiyê di tengeava Hurmizê û kendavê de jî berpirs dibin.
Ta niha Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson derbarê rewşa Iraqê de ti daxuyanî nedaye, lê tê çaverêkirin, piştî vegera ji geşta xwe, daxuyaniyê bide.
Kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê Qasim Suleymanî, egera şerê di navbera Amerîka û Îranê de zêde kiriye, ji ber vê jî welatên rojava amadekariyan ji her pêşhatekê re dikin.
S. B