Kurdistan24 reşnivîsa pirojeyasa ya derkirina hêzên bîyanî li Îraqê belav dike
Bi wajûya 170 nwênerên Perlemana Îraqê pirojeyasayek hatîye amdekirin bo derkirina hêzên bîyanî ji Îraqê.
K24- Hewlêr
Bi wajûya 170 nwênerên Perlemana Îraqê pirojeyasayek hatîye amdekirin bo derkirina hêzên bîyanî ji Îraqê.
Kutasîya deqê pirojeyê:
Wek erkeka nîştîmanî û çavdêrîya Civata Nwênerên ku nwênerînîya tevaya pêkhateyên Îraqê dike û ji bo selametî ya Îrqê û serwerîya wê û li gor wê desthelata destûrê daye me; me biryar da bi: Pabendbûna jikumeta Îraqê bi helweşandina daxwazîya alîkarîyê ji Hevpeymanîya Nêvdewletî bo berengarbûna Daişê û dawîanîn bi operasyonên serbazî û cengî li Îraqê.
2- li ser hikumeta Îraqê pêwîste kar bike bo derkirina hêzên bîyanî li ser axa Îraqê û rêgirtin ji wan ku av, ax û asmana Îraqê bikarbînin bo her mebestekê heb, ev jî di dema (….) û pabendkirina wan welatên hêz anîne di Îraqê de, bi wê yekê ku ti herêmeka Îraqê nekin cihê hêirşkirinê bo ser ti welatekê din.
3- Pêwîste hikumeta Îraqê bi rê ya nwênerê xwe ve, ku wezîrê derve ye, berê xwe bide Neteweyên Hevgirtî û di Civata Asayîşa Nêvdewletî de sikalayê dijî emerîkayê tomar bike bi sedema encamdana binpîkirinên metirsîdar li ser serwerîya Îraqê û asayîşa wê.
4- Pêwîste hikumeta Îraqê rêkarên pêwîst biger ber xwe bo encamdana vekolîneke hûr deerarê burdûmana Emerîkayê û dûv re jî haydarkirina Civata Nwêneran ji encamê, ev jî di 7 rojan de piştî derçûna evê biryarê bihêt encamdan.
5- Piştî dengdan li ser evê pirojeyê, ev biryara dikeve bwarê cîbicîkirinê ve.