Rûniştina Civata Nwênerên Îraqê hat dawîxistin

Rûniştina evro ya Civata Nwênerên Îraqê bo gengeşekirina pirsa derkirina hêzên Emerîkayê hat dawîxistin bo roja Şembî ya dahatî.

K24- Hewlêr

Rûniştina evro ya Civata Nwênerên Îraqê bo gengeşekirina pirsa derkirina hêzên Emerîkayê hat dawîxistin bo roja Şembî ya dahatî.

di danîştinê de serok wezîrê karbirêkerê Îraqê gotarek pêşkeş kir.

Kurtasîta gotara Adil Ebdulmehdî di çend xalekê de:

  • Merca vemana hêzên bîyanî  tenê rahînane bi hêzên Îraqî.
  • Berdewa, me tekez kirîye, Heşda Şeibî pişkeke ji sîstema serbazî ya Îraqê.
  • Milmlanêya Emerîka û Îranê bandûr li ser Îraqê durist kirîye.
  • Piştî ku me sizayên Emerîkayê bo ser Îranê red kir , me hser bi wê yekê kirîye bawerî û mitmana di navbera Îraq û Waşitunê de lawaz bûye.
  • Waşitunê bi me re ragehandîye, ku Îsrayîl berpirsyare ji hêrşên par bo ser Heşda Şeibî.
  • Me hoşdarî daye ji karvedanên her hêrşeka Emerîkayê.
  • Me nehêşt xwenîşander dest dagirin bi ser balyozxane ya Emerîka re.
  • Firokeyên Emerîkayê û helîkopetrên wan bê destûr li ser asmanê Bexdayê digerin.
  • Biryarbû Qasim Suleymanî bersiveka fermî ya Îranê bigehîne me û me dema dîdarê dîyar kiribû.
  • Em daxwaz alîkarîyên nêvdewletî yên bilez dikîn.
  • Me daxwaz ji Emerîkayê kirîye, serwerîya Îraqê binpî nekin.
  • Sedema hebûna hêzên Emerîkayê tenê rûbirûbûna Daişê û alîkarîkirina hêzên Îraqî.
  • Di berjewendî ya Îraqê û Emerîkayê de ye, dawîyê bi hebûna serbazî ya Emerîkayê li Îraqê bihêt.
  • Pêwîste hikumet xişteyeka demekî bo kêmirina hêzên bîyanî li Îraqê bihîne.
  • Baştirîn bijarte vekişandina wan hêzên bîyanîye.