Adil Ebdulmehdî serexweşîyê li xwe û gelê Îraqê dike

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê amade ya Civîna Nwênerên Îraqê bûye ku ew civîn taybete bi pirsa derkirina hêzên Emerîkayî ji Îraqê.

K24- K24- Hewlêr

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê karbirêkerê Îraqê amade ya Civîna Nwênerên Îraqê bûye ku ew civîn taybete bi pirsa derkirina hêzên Emerîkayî ji Îraqê.

Civîna Civata Nwêneran bi pişikdarîya 170 nwênerane û Kurd û Sûnne pişikdar nebûne di civînê de.

Di destpêkê de, serokê Civata Nwênerên Îraqê daxwaz ji Adil Ebdûlmehdî kir, gotar xwe pêşkeş bike.

 Di destpêka axivitinên xwe de Adil Ebdûlmehdî daxwaz ji nwêneran kir, axivtinên wî nebirin û ji wî vebin heya gotara xwe temam dike.

Adil Ebdûlmehdî got: Gotara min dû tewere, yekem pirsa (şehîdkirina) hejmareke kesatîyên Heşda Şeibî û tewera dûyem jî behsa pirsa yasayî ya derkirina hêzên bîyanî ji Îraq ye.

 Serok wezîrên karbirêkerê Îraqê ragehand, em nîgeran û xemgînîn bi ji destdana wan serkirdeyan û serxweşîya xwe arasteya gelê Îraqê dikîn.

Kurtasîta gotara Adil Ebdulmehdî di çend xalekê de:

  • Merca vemana hêzên bîyanî  tenê rahînane bi hêzên Îraqî.
  • Berdewa, me tekez kirîye, Heşda Şeibî pişkeke ji sîstema serbazî ya Îraqê.
  • Milmlanêya Emerîka û Îranê bandûr li ser Îraqê durist kirîye.
  • Piştî ku me sizayên Emerîkayê bo ser Îranê red kir , me hser bi wê yekê kirîye bawerî û mitmana di navbera Îraq û Waşitunê de lawaz bûye.
  • Waşitunê bi me re ragehandîye, ku Îsrayîl berpirsyare ji hêrşên par bo ser Heşda Şeibî.
  • Me hoşdarî daye ji karvedanên her hêrşeka Emerîkayê.
  • Me nehêşt xwenîşander dest dagirin bi ser balyozxane ya Emerîka re.
  • Firokeyên Emerîkayê û helîkopetrên wan bê destûr li ser asmanê Bexdayê digerin.
  • Biryarbû Qasim Suleymanî bersiveka fermî ya Îranê bigehîne me û me dema dîdarê dîyar kiribû.
  • Em daxwaz alîkarîyên nêvdewletî yên bilez dikîn.
  • Me daxwaz ji Emerîkayê kirîye, serwerîya Îraqê binpî nekin.
  • Sedema hebûna hêzên Emerîkayê tenê rûbirûbûna Daişê û alîkarîkirina hêzên Îraqî.
  • Di berjewendî ya Îraqê û Emerîkayê de ye, dawîyê bi hebûna serbazî ya Emerîkayê li Îraqê bihêt.
  • Pêwîste hikumet xişteyeka demekî bo kêmirina hêzên bîyanî li Îraqê bihîne.
  • Baştirîn bijarte vekişandina wan hêzên bîyanîye.