Pompêw: Îran ji peyama Emerîkayê têgehêjtîye
Wezîrê derve yê Emerîkayê, Mayîk Pompêw, evro, Yekşembîyê ragehand: Peyma Emerîkayê gehiştîye Îranê.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Emerîkayê, Mayîk Pompêw, evro, Yekşembîyê ragehand: Peyma Emerîkayê gehiştîye Îranê.
Pompêw got jî: Her kiryareke serbazî dijî Îranê di çarçove ya yasa ya nêvdewletî de dibe û serkirdatîya sîyasîya Îranê ji peyama serokê Emerîka, Donald Tiramp têgehêjtîne.
Tekez jî kir, Emerîka destan na parêze ji weşandina gurzên serbazî li biryarderên her hêrişan bo ser armancên emerîkî.
Di dîdarekê de, li gel kenala Fokis Nîyoz, wezîrê derve yê Emerîkayê got jî: Heke Îraqê wek welatekê xwedî serwer daxwazê ji me bike, ku hêzên xwe vkişînîn, wê demê em jî biryara xwe ya dursit didîn, pêngavekê dê havêjîn ku rêveberî ya berê nevîya bû bihavêje.
Herweha got: Me bawerî heye ku gelê Îraqê dixwaze Emerîka li Îraqê bimîne bo berengarbûna terorê û em jî her tişt dikîn ku bo desteberkirina asayîşa Emerîkayê pêwîst be.