Trump gefên tund li Iraqê dixwe
Serokê Amerîka Donald Trump gefa sepandina sizayên tund li ser Iraqê dixwe, heger Bexda hêzên Amerîkî neçar bike ku ji Iraqê derkevin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump gefa sepandina sizayên tund li ser Iraqê dixwe, heger Bexda hêzên Amerîkî neçar bike ku ji Iraqê derkevin.
Serokê Amerîka di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Amerîka ji Iraqê dernakeve, tenê heger desthildarên Iraqê têçûna dirustkirina binkeya esmanî ya ji aliyê Amerîka ve hatiye dirustkirin bide Washingtonê, ku bi çendîn milyar Dolar hatiye avakirin.
Trump got, heger Iraqê daxwaz ji Amerîka kir hêzên xwe derbike û ew yek ne bi awayê lihevkirinê be, Amerîka dê sizayên tund li ser Iraqê bisepîne, ku pêştir wek wê nedîtine.
Herwiha got: “Heger karekî dijminane bê kirin, yan em bibînin ku ew ne di cihê xwe de ye, emê sizayên mezin li ser Iraqê bisepînin, ku sizayên li ser Îranê hatine sepandin, li hember wê dê ne tiştek be.”
Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê tên, duhî Parlemana Iraqê bi projeyasaya derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kiribû.
Parlemana Iraqê deng li ser 5 xalan da, ji wan jî, daxwazkirina alîkariya ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hilweşand.
Herwiha Hikûmeta Iraqê pabend e kar bo bidawîkirina her hêzeke biyanî li Iraqê bike û bikaranîna esmanê wê jî ji aliyê her hêzekê ve qedexe kir.
Herwiha Parlemana Iraqê hikûmet pabend kir, bi riya Wezareta Derve re giliyê li dijî Amerîka li Encûmena Asayişa Navdewletî veke.
S. B