Australya ji biryara Parlemana Iraqê nîgeran e

Hikûmeta Australyayê nîgeraniya xwe ji bo biryara Parlemana Iraqê ya pesendkirina projeyasaya derkirina hêzên biyanî derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Australyayê nîgeraniya xwe ji bo biryara Parlemana Iraqê ya pesendkirina projeyasaya derkirina hêzên biyanî derbirî.

Wezîra Berevaniyê ya Australyayê Linda Reynolds ragihand, welatê wê gelekî ji biryara Parlemana Iraqê ya derkirina hêzên biyanî ji wî welatî nîgeran e û got, hêzên Australyayê wek beşek ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê her li Iraqê dimînin.

Linda Reynolds daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir, bi wê biryarê ve biçe û metrisiya serîhildana DAIŞê li wî welatî li ber çav bigire.

Amaje bi wê jî da, Hikûmeta Australyayê bi hûrî çavdêriya rewşa Iraqê û bûyerên vê dawiyê yên navçeyê dike.

Duhî Parlemana Iraqê, bê beşdariya Kurd û beşek ji Sune, projeyasaya derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kir.

 

S. B