New Zelanda rahênankirina hêzên Iraqî rawestand

Hikumeta New Zelandayê erkê rahênankirina hêzên Iraqî rawestandin û daxwaz ji welatiyên xwe dike, bi zûtirîn dem Iraqê bicih bihêlin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta New Zelandayê erkê rahênankirina hêzên Iraqî rawestandin û daxwaz ji welatiyên xwe dike, bi zûtirîn dem Iraqê bicih bihêlin.

Wezîrê Berevaniyê yê New Zelandayê Ron Mark di daxuyaniyekê de eşkere kir, wan erkê rahênankirina hêzên Iraqî li serbazgeha Tacî rawestandine.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya New Zelandayê ragihand, bi sedema hevrikiyên di navbeyna Amerîka û Îranê de, piştî kuştina Qasim Suleymanî, rewşa Iraqê ber bi xerabûnê ve diçe. Lewma pêwîst e welatiyên New Zelandî, bi zûtirîn dem Iraqê bicih bihêlin.

Herweha Wezareta Derve ya New Zelandayê ragihandiye, ku niha rewşa ewlehiyê li Iraqê ne aram e û pêwîst e welatiyên wan li Iraqê nemînin.

 

S. B