Adil Ebdulmehdî: Vekişana hêzên Emerîkayê bi biryara Îraqê dibe
Serok wezîrê karbirêkerê Îraqê, Adil Ebdulmehdî ragehand, vemana hêzên Emerîkayê li Îraqê bi biryareka Îraqî bûye û vekişandina wan jî divê bi biryareka Îraqî be.
K24- Hewlêr
Serok wezîrê karbirêkerê Îraqê, Adil Ebdulmehdî ragehand, vemana hêzên Emerîkayê li Îraqê bi biryareka Îraqî bûye û vekişandina wan jî divê bi biryareka Îraqî be.
Adil Ebdulmehdî ragehand jî, pêwîste Îraq nebe qada milmilanê di navebera welatan de û di berjwendîya hemû alîyan daye Îraq bihêz bibe.
Ev axivtinên serok wezîrê Îraqê di dema wê dîdarê de hat ku balyozê Çînê, Çang Taw bi armanca serxweşîkirinê li serokê wezîran serdana wî kiribû.
Di vî bwarî de balyozê Çînê piştîvanî ya welatê xwe bo avakirina Îraqeka bihêz derbirî û hêvî xwazt peywendîyên sîyasî û abûrî di navbera herdû welatan de zêdetit ber bi pêşve bihere.