Hizbûllah a Îraqî gefeke nû li Emerîka dike

Ketîbeyên Hizbûllah a Îraqî, gefeke nû li Emerîkayê dike û dibêje: Heke serokê Emerîka, Donald Tiramp her sizayekê bi ser Îraqê re bisepîne; wê demê em rê nadîn yek dilopa petrola Kendavê bigehe bazarên Emerîkayê.

K24- Hewlêr

Ketîbeyên Hizbûllah a Îraqî, gefeke nû li Emerîkayê dike  û dibêje: Heke serokê Emerîka, Donald Tiramp her sizayekê bi ser Îraqê re bisepîne; wê demê em rê nadîn yek dilopa petrola Kendavê bigehe bazarên Emerîkayê.

 Di hevpeyvîneka rojnamevanî de, Elî Eskerî, berpirsê ewlekarîya wê girûpê got: Heke Tiramp î sizayên abûrî bi ser Îraqê re sepand, wê demê em li gel dost û hevpeymanên xwe dê hevkar bîn daku rê nedîn yek dilopa petrola Kendavê negehe bazarên Emerîkayê.

Derbarê egera bicînekirina biryara perlemana Îraqê ji alîyê Waşitunê ve bo vekişana hêzên Emerîkayê ji Îraqê, ewî serkirideyê Hizbûllah a Îraqê got: Heke Waşitun rijt be li ser vemanê li Îraqê û hêzên xwe nevekişîne,wê demê her çi bingeheka Emerîkî li deverê hebe dê wan ji nav bibîn.

Tekez jî kir, Em amadeyîne alîkarîya hikumeta Îraqê bikîn daku parêzvanîyê li karên kompanîyayên Çînî bikîn li Îraqê.

Piştî ku duhî, Perlemana Îraqê pirojeyasa ya derkirina hêzên bîyanî ji axa Îraqê pesind kir, Evro Donald Tiramp, serokê Emerîkayê tekez kir: Heke hêzên me ji Îraqê bihên derxistin, em tundtirîn sizayên abûrî bi ser Îraqê re disepînîn.

Ev biryara Perlemana Îraqê jî wek karvedanekê bû bo hêrişên Emerêkayê bo ser baregehên Heşda Şeibî li Qayîm, herweha kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudis a Supayê Pasdarên Îranê û Ebû Mehdî Muhendis, cêgirê serokê derteya Heşda Şeibî li nêzîk firokexane ya Bexdayê ji alîyê hêzên asmanîyên Emerîkayê ve.