Peyama pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî , serokê Herêma Kurdistanê bo peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoks

Bi boneya cejna ji dayîkbûna hezretê Mesîh, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoks li Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dike.

K24- Hewlêr

Bi boneya cejna ji dayîkbûna hezretê Mesîh, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahîyê arasteya peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoks li Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dike.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh bi germî li hemû xuşk û birayên peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoks li Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdarim cejin li navçeya me da bibê cihê xêr û xweşiya Kurdistaniyan û hemû gelan û berqerarbûna aştî û aramiyê.

Herêma Kurdistanê mehtik û landika pêkvejiyan, lêborîn, maf û azadiyên hemû pêkhatên neteweyî û oliyane, li vê bîranînê de tekez li ser parastin û bihêztir kirina bingehên vê kultûr û bihayan dikin û em hemû pêkve bi navê kûrtir kirina wan da kar dikîn.

Cejn û pişû û bîhnvedaneke aram ji bo hemuyan dixwazim û hemû salek di xweşiyê da bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
06/01/2020