Hikumeta Iraqê şînî li Bexdayê danî ye
Hikumeta Iraqê şînî - taziye, bo kuştiyên êrîşa Amerîka li Bexdayê danî.
K24- Hewlêr
Hikumeta Iraqê şînî - taziye, bo kuştiyên êrîşa Amerîka li Bexdayê danî.
Li bajarê Bexdayê bi amadebûna Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê karbirêker Adil Ebdulmehdî, Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî Falih Feyaz û çendîn berpirsên din ên siyasî û emnî yên Iraqê taziye bo kuştiyên êrîşa roja În a borî nêzîk balefirxaneya Bexdayê hat danîn, ku di encama êrîşê de her yek ji Qasim Suleymanî, Fermandeyê Hêza Quds a Îranê û Ebu Mehdî Muhendîs - Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şe'bî û çend fermandeyên din ên Heşda Şe'bî hatin kuştin.