Rêveberiya Xweser 34 DAIŞî azad kirin
Rêveberiya Xweser 34 bergûmanên rêxistina DAIŞê azad kirin.
K24- Hewlêr
Rêveberiya Xweser 34 bergûmanên rêxistina DAIŞê azad kirin.
Mêdya nêzîkî Rêveberiya Xweser belavkiriye, Rêveberiyê û bi amadebûn a hejmarek ji Serokhozên parêzgeha Hesekê 34 kes, ên ku bi tometa pêwendiya bi DAIŞê re hebû hatibûn girtin, serbest berdan.
Ligor ku hatî belavkirin, destê wan kesan di kuştina miletê Sûriyê de nîn e û bi kefaleta Serokhozan hatine berdan.
Berî niha jî, Rêveberiya Xweser bi sedan kes, ku pêwendiya wan bi DAIŞê re hebû serbest berdan, ew jî, bi navbeynkariya Serokhozên Ereb.