Temelî: Bac a xelik dide hikûmetê, bo enîyên şer diçe
Hevserokê HDP Sezai Temelî di Kongreya Partiya xwe ya bajarê Mêrdînê de got, her bac a hûn didin vê hikûmetê, diçe bo enîyên şer.
K24- Hewlrê
Hevserokê HDP Sezai Temelî di Kongreya Partiya xwe ya bajarê Mêrdînê de got, her bac a hûn didin vê hikûmetê, diçe bo enîyên şer.
Temelî, hikûmeta Tirkiye jiber şer û êrîşên liser Kurdan tewanbar kir û got: ev hikûmet ,a şer e, naxwaze çi arîşe bi rêya dîyalogê çareser bibe.
Gotinên wan ên bi navê aştî û diyalogê jî, ji rastiyan dûr in.
Hevserokê HDP got: dibêjin, ew ji bo aştîyê serbazan dişîn in Libyayê. Serbaz ne ji bo aştiyê ne, lê ji bo şer û kuştinan tên şandin.
Ew bang li gelê Kurd dikin, bacên xwe yên belangazkirinê nedin vê hikûmetê. Jiber ku her bac a xelk bide destihlatdariya AKP, dibe mûçe, bo çekdarên tundrew û cîhatçiyan.