Nêçîrvan Barzanî peyameka serxweşîyê arasteya Elî Xameneyî dike
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, bi boneya ji destdana Qasim Suleymanî, fermandeyê Feyleqa Qudisa Supayê Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê, peyameka serxweşîyê arasteya rêberê bilindê şorişa Komara Îslamîya Îranê Elî Xameneyî kir.
K24- Hewlêr

Ev jî deqa wê peyamê ye:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Îna Lillah we Îna Îleyhî raciûn
Hezeretê Ayetullah Xameneyî, rêberê bilindê Komara Îslamîya Îranê
Silav li hewe be
Bûyera ji destdana serdar Hacî Qasim Silêmanî bûye cihê dax û nîgeranîya xelk û hikumeta Herêma Kurdistanê. Rêzdar dostê me bû di bereya şer de dijî daktatorîyê û piştîvan û hev çeper bû li gel me dijî girûpên teroristên Daişê bi awayekê ku çend caran ji alîyê tevaya berpirsên Îraqê û Herêmê ve rêz Ii zehemtî û mandîbûnên wî hatîye girtin.
Bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistanê serxweşîyê li cenabê we û malata rêzdarî dikim, hêvdarim cihê wî beheşta berîn be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
6/1/2020