Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûçeyeke rojnameyeke Îranê red dike
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nûçeyeka rojnameya Îranî ya Kêyhan red kir û ragihand, ew nûçe tiştek ji rastiyê tê de nîn e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nûçeyeka rojnameya Îranî ya Kêyhan red kir û ragihand, ew nûçe tiştek ji rastiyê tê de nîn e.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser nûçeyeka rojnameya Kêyan ya Îranê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku rojnameya Kêyhan îdia kiriye ku qaşo Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di pêwendiyeka telefonî de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kiriye ku di “terorkirina general Qasim Sulêymanî de” alîkariya Amerîka kiriye! Ev nûçe derew e û ji rastiyê dûr e. Mixabin hinek dezgehên medyayî jî ev nûçeya derew belav kirine.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandinê ya Mesrûr Barzanî de her wiha hatiye gotin ku Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de li gel Pompeo nîgeraniya xwe ji têkçûna rewşa Rojhilata Navîn nîşan dabû û têkestî li ser aramkirina rewşê kiribû. Di wê hevpyvîna telefonî de tenê behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatibû kirin û ti carî behsa wê mijara ku rojnameya Kêyhan behs kiriye, nehatibû kirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji berpirsên rojnameya Kêyhan kiriye li ser belavkirina wê nûçeya derew daxuyanî bidin.
S. B