Almanya beşek ji hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne
Almanya beşek ji serbazên xwe yên di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de şandine Iraqê, vedikişîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Almanya beşek ji serbazên xwe yên di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de şandine Iraqê, vedikişîne.
Peyvdarê Wezareta Berevaniyê ya Almanyayê ji AFP re ragihand, 30 serbazên Almanî ji Bexdayê ne, bo Urdin û Kuwêtê têne veguhastin.
Peyvdarê Wezareta Berevaniyê ya Almanyayê sedema vekişandina wan serbazan, bo kuştina Qasim Suleymanî û dirustbûna aloziyan li Iraqê vegerand.