Li Stenbolê 9. Festîvala Masiyên Hemsî birêve çû
Bi hatina Zivistanê re çakaliyên li ser masiyan jî her diçe zêde dibin.
K24 – Stenbol
Bi hatina Zivistanê re çakaliyên li ser masiyan jî her diçe zêde dibin. Bi boneya nasandina çanda Anatoliyê li Stenbolê 9. Gevneşopiya Festîvala Masiyên Hemsî ya 2020an birêve çû. Di festîvalê de 5 ton masî hatin belavkirin.
Li Stenbolê 9. Gevneşopiya Festîvala Masiyên Hemsî ya 2020an birêve çû. Ev festîvala ku her sal tê lidarxistin îsal jî li navçeya Esenlerê ji aliyê Şaredariyê ve hate dirûstkirin û bi beşdariya hejmareke zêde ya welatiyan jî çû serî. Serokê Şaredariya Esenlerê Mehmet Teyfîk Goksu jî beşdarî festîvalê bû û diyar kir, ew bi rêya vê festîvala masiyan armanc dikin ku çanda anatoluyê bi kelecaneke mezin bidin jiyan.
Mehmet Teyfîk Goksu ji K24ê re got: "Îro em li Festîvala 9. ya Horon û Hemsiyan in. Digel hemû tam û çêjên Anatoliyê bi kêfxweşî li vê meydanê dijîn. Digel bayê Behra Reş, îro hemsî û horona me jî heye. Em ê hem hemsiyam bixwin û hem jî bi rêya horonê wan hemsiyan bihelînin."
Di festîvala hamsiyan de 5 ton masî hattin biraştin, di mangalên ku dirêjahiya wan 20 metro bû û beroşên mezin de. Digel welatiyan, gelek hûnermendên navdar yên Tirkiyê, siyasetmedaran û wezîran jî beşdarî di festîvalê de kirin. Welatiyên ku hemsiyên bê pere xwarin jî ji bo festîvalê kêfxweşiya xwe anîn ziman.
9. Gevneşopiya Festîvala Masiyên Hemsî ya 2020an ku bi navbeykariya Komeleya Rîzeyiyan û Şaredariya Esenlerê birêve çû, digel baranê û ba jî, dîsa welatiyan elqeyeke mezin nîşandan û ligel lîstika horonê û amûreta mûzîkê kemençeyê govend gerandin.
Herwiha di dawiya festîvalê de pêşbaziyeke xwarina masiyên hemsî jî hate lidarxistin. Di pêşbaziyê de welatiyê ku herî zêdê hemsî xwarin, ji aliyê Wezîrê Sporê yê Tirkiyê ve bi kemençeyeke milê Behra Reş hate xelatkirin.