Rêveberiya Xweser daxwaza dadgehek navdewletî bo DAIŞê dike

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser daxwaz ji civaka navdewletî kir, dadgehekê ji bo dadkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî li bakurê Sûriyê dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser daxwaz ji civaka navdewletî kir, dadgehekê ji bo dadkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî li bakurê Sûriyê dane.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve Ebîr Êliya di konferansa rojnamevanî de ragihand, Bi ragihandina HSDê ya serkeftina li dijî DAIŞê di 23ê Adara 2019an de, Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku pêwîst e dadgeheke navdewletî li herêmên Rêveberiya Xweser bê avakirin.

Ebîr Êliya da zanîn, Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir ku dadgehê ava bikin û alîkariyên qanûnî û lojîstîk pêşkêş bikin.

Diyar kir jî: "Dosyaya zêdetirî 10 hezar DAIŞî û bi deh hezaran malbatên wan ku ji 50 welatan in, dosyayeke pir xeternak e û barekî giran e. Pêwîstî bi hevkariya navdewletî ya mezin heye, ji ber dosyayeke girêdayî cîhanê ye, ji ber gefên DAIŞ`ê li ser hemû cîhanê û mirovahiyê heye. Lê kes di vê çarçoveyê de bersivê nade.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve diyar kir jî, bi êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên wan re, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê çalak bûne.

 

S. B