Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe dicive
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe 8. 1. 2020 bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe 8. 1. 2020 bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî dicive.
Di civînê de, guftûgo derbarê dawî pêşhat û nirxandina rewşa Iraqê û navçeyê de tên kirin.
Piştî kuştina Fermandê berê yê Feyleqa Qudis Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohendis ji aliyê Amerîka ve, alozî ket rewşa Iraq û navçeyê.
Herêma Kurdistanê jî çend car in daxwaz dike ku Iraq nebe meydana şer û rê li pêş aloziyên zêdetir bigire.
S. B