Peyama Serok Barzanî bo raya giştî ya Iraqî û Kurdistanî

Bi sedema girjî û alozîyên evan çend rojên burî balên xwe bi ser deverê re rakêşandîye, serok Mesûd Barzanî peyameka bo raya giştî Kurdistanê û Îraqê ragehand.

K24- Hewlêr

Bi sedema girjî û alozîyên evan çend rojên burî balên xwe bi ser deverê re rakêşandîye, serok Mesûd Barzanî peyameka bo raya giştî Kurdistanê û Îraqê ragehand.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di dema çend rojên derbasbûyî da rewşeke gelek metirsîdar li navçeyê û Iraqê da hatiye holê û ji hemû aliyek ve hest bi metirsiyeke mezin tê kirin. Li rewşeke wiha da jî pêwîste ji bo peydakirina çareseriyê, guh li eqil û mentiq bê girtin neku li pey dirûşm û gengeşeyên bêsûd bîn.

Niha rewş li warê teqîn û giriftan ve gelek aloze. Ji bo wê yekê divê hemû aliyeke vî xelkî ku hest bi berpirsiyariyê dikin, bi eqil û hîkmetê ve çareseriyeke gûncav û me'qûl peydabikin ku li xizmeta hemû aliyek bê. Eger bê û proseya çareserkirinê li ser rêyeke wiha bê, em ji bo yarmetîdana peydakirina çareseriyê de kêmasiyê nakîn, lê belê li gel wê yekê de jî nabîn ku welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke nediyar bike.

Mesûd Barzanî
07.01.2020