Şerê Daişê 35 hezar kes ji sinûrê Germîyan aware kirîne
Li sinûrê rêveberî ya Germîyan zêdetir ji 35 hezar aware, bo dema 5 salane bi sedema şerê Daişê, bûyerên 16yê Oktoberê, ji tirsa mîlîşîyayan û milmilanêya tayefegerêyê navegerin deverên xwe û dibêjin, di jîyaneka dijwar de bijîn baştire, neku vegerîn û jîyaneka dijwar me hebe û jîyana me parêztî nebe.
K24- Hewlêr
Li sinûrê rêveberî ya Germîyan zêdetir ji 35 hezar aware, bo dema 5 salane bi sedema şerê Daişê, bûyerên 16yê Oktoberê, ji tirsa mîlîşîyayan û milmilanêya tayefegerîyê navegerin deverên xwe û dibêjin, jîyaneka dijwar bijîn baştire ji wê yekê ku vegerîn û jîyana me hem dijwar be û hem jî parêztî nebe.
Pişkeka mezin ji awareyan hêvî dixwazin vegerin deverên xwe û jîyaneka baştir ji jîyana awareyê bijîn, lê rewşa xiraba Îraqê û reftara xiraba mîlîşîtya û hêzên Îraqê li ser binemaya tayfegerîyê, jîyan nav kempan bi baştir dibînin.
Bavê Casim, yeke ji awareyan bi Kurdistan24ê re ragehand: Bi min re xweşe vegerim, lê li Herêma Kurdistanê akincî û aramî heye, lê li deverên ew aramî û akincî nîne. Em di televizyonan dibînîn xelkê me li ser cadeyan dihên kuştin, çarwa me bawerî bi hikumeta Bexdayê hebe û vegerîn. Çawa bawerîyê bi hikumetekê bikim ku xwenîşaderan dikuje û herdû alî jîm hikumet û xwenîşander her şîe ne. ez wek sunneyek çawa bawerîyê bi wê hikumetê bikim ku min dê biparêze.
Awareyekî din, bi navê Ûmer Mehemed dibêje: Xirabîya rewşa ewlekarîyê bûye sedema nevegerana me ye, tevî jîyana me di kempê de xiarbe, lê rewşa ewlekarîyê li vir aram û akincîye. Heke vegerîn jî, me ne mal ne xanî nemaye lew naçarîn her li vir bimînîn.